بڵاگ

Tevlî Kampa Havînî ya me ya dahatû bibin

15.06.2018 - 00:00

Xwe tomarkirin ji bo Kampa Havînî ya FairCoop ya bêt destpêkirine,  ku wê li Sirbiya di 20 Tîrmeh heta 20 Tebaxê bêt li darxistin. Bi dirêjahiya dema çar hefteyan, endamên FairCoop wê bibin xweyî şansê dubare hevdu bi kesî bibînin ji  bo hevdu nas bikin, ezmûnên xwe parve bikin û tevlî kar bibin û ramanên berdewamkirina ekosistema me pêş bixin. 

Niha Cizdana Xwe ya ElectrumFair Rojane Bike

16.02.2018 - 00:00

ElectrumFair yek ji wan cizdanên kêrhatiye ji bona FairCoin. Bikaranîna wê hêsanîye, û weke hemî cizdanên din yên FairCoinê, hetabêjî bi ewle ye. Nifşa nû ya pêşketî 3.0.5 hema nû hatiye belavkirin, û em pêşniyar dikin hun nifşa (versiyona) pêşî ya wê rojane (update) bikin. Bi taybetî eger hun hêjta nifşa ElectrumFair ya 2.7.1 anjî kevintira wê bikartînin, rojanekirin pêdivî ye. 

FairCoin û Grubên Mexaztker

09.02.2018 - 18:22

Xwe-rêveberî di wateyek giştî de yek ji wan prensîbane ku FairCoop li gora wê amêrên xwe dîzayn dike, vê jî bi armanca ku alîkarî bide pêşketina wê biqasî gengaze, li her cih û bi her formên gengaz. Grubên mezaxtkerên ekolojîk yên xwe-rêveber bijardeyek balkêşe ji bona xwarinek bi tendurist bi nirxek dadmend bê dest, dubare şerefa cotyarên organîk li wan dizivirîne, ekonomiya herêmî tîmar-mezin dike, têkiliyên civakê çêdike, û haydarê jîngehê dibe. 

FairSpot-modelek potensiyela din ji bona Nodên Herêmî yên FairCoopê

02.02.2018 - 00:00

FairSpot cihek fîzîkîye ji bona bizavên girêdayî FairCoopê. Ya yekem di sala 2017’an de hatiye vekirin, di dukkanek biçûk ya bi kirê de li Exarcheia, taxek navdar, navendî û gelek azad ya Atîna ye. Ev ramana resen bû, lê her FairSpota bê avakirin dikare gelek ji yên din cuda be, û bi vê rêyê dikare adaptayê pêwîstiyên nodên herêmî anjî çandên taybet bibe. Di ser hemiyê re ramana afirandina FairSpot weku xalek navend ya Nodên Herêmî tê rewşa beşa metodolojiyek mezintir ji bona çandina di mejî de ya Nodên Herêmî di gelek mercan de. Di pêşniyarkirina jîngehek entegrebûyî de, ku dikare weku pêşfiguratîvek yê nîşandana xizmetguzarî û ramanên cuda cuda bikeve meriyetê di avakirina ekosîstema me de, avakirina FairSpot bijardeyek sûdmende kû li ser bê rawestandin. 

Pereyê-Krîpto û Legalbûn

02.02.2018 - 00:00

Nivîskar: Alexander R. Hufford

Pereyê-krîpto weku mijarek berfireh van rojan pitir tê guftûgokirin û hinek xalên guftûgoyên balkêşin dafirîne. Li hevhatinek mezin heye ku dibêje hem ji bo xwe û hem dijberê xwe encaman çêdike lê di bingeh de hinek nêrînên cehwerî xwe didin der û bi frekansên mezin re hevdu digre. Herwuha ev gotar wê lênêrînek giştî ya van sojeyên dijwar bigre dest,  wê ji hemî aliyan ve van îmayên legalbûna pereyê krîpto bide dest, ew tê çi wateyê anjî çi qewlê wê heye; hem ji bona hukimetan hem jî bona mirovan. Ya yekem, divê em rewşa giştî ya pereyê krîpto guftûgo bikîn, piştre biçîn li ser rewşên xwe yên taybet di FairCoinê de.

Huner, Çand û çalakiya fînansî: Faircoop bi buyera firotinê pêşkêşî London hate kirin

26.01.2018 - 00:00

FairCoop, yek ji projeyên globalbû ku hatibû vexwandina MoneyLab ya ku tevneke ji pêkhateyên wek hunermend, çalakvan û sersereyên kû bi şeklê demoqratîkbuyînên madî ceribandina dikin pêktê.

Çima hêjta hun FairCoin bikarnayênin?

19.01.2018 - 00:00

Nivîskar: Pílikum

Guhertinên gel ên derbarê FairCoin bikar anînê de cudane. Ji: "Di encamê de, pere ye" ber bi "Ez ditirsim wê winda bikim" an "kî  li paş wê ye?"

Di vê mijarê de ezê hewl bidim ronahî danim li ser hinek ji van guman û tirsan, ji her bijardeyekê re ezê pêşniyaran bikim, heta digehe yê herî muhafezekar.

Sosyalîzma Reel (Zêhniyeta Dewletî) û FairCoop: Hinek Cudahîyên Wan

12.01.2018 - 00:00

Nivîskar: Cegerxwîn Kara

Ji roja avabûna Kapîtalîzmê û heya niha, li rexmê gelek şoreş û kedê, civak û mirovahî nekariye ji xefika Kapîtalîzmê û dezgehên wê birevin. Ezmûna Sosyalîzma Ewrupaya-Rojava, Sosyalîzma Reela heyî, Komûnîzm, hwd, hinek mînakên zelal yên dîrokîne, û em hêjta encamên wan guftûgo dikin. Li gel gelek formûl û rexneyan, bizavên lêkolînî û zanistî yên anarşîstan, lê hêjta me nekariye ji derheqê Kapîtalîzmê bêne der. 

FairCoin li Başur-Rojhilatê Ewrupa (Balkanên Rojavayî)

29.12.2017 - 00:00

Bosniya û Herzegovina, û herêma Başur-Rojhilatê Ewrupa bi rêya FairCoopê re û formasyona Nodên Herêmî yên nû.

Subscribe to بڵاگ

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top