FairCoin û Grubên Mexaztker

Xwe-rêveberî di wateyek giştî de yek ji wan prensîbane ku FairCoop li gora wê amêrên xwe dîzayn dike, vê jî bi armanca ku alîkarî bide pêşketina wê biqasî gengaze, li her cih û bi her formên gengaz. Grubên mezaxtkerên ekolojîk yên xwe-rêveber bijardeyek balkêşe ji bona xwarinek bi tendurist bi nirxek dadmend bê dest, dubare şerefa cotyarên organîk li wan dizivirîne, ekonomiya herêmî tîmar-mezin dike, têkiliyên civakê çêdike, û haydarê jîngehê dibe. 

Grubên mezaxtkeran ji grubên mirovên ku dixwazin dukandariya xwe bi xwe rêkbixin pêktên, bêkû navbeynkar hebe. Ewane berhemhînerên ku dixwazin berhemên xwarinê jê bikirin dibijêrin, li gel wan peymanan çêdikin, û rêbazên daxwaza berheman, dayîna pereyan û gihandinên berheman rêve dibin. 

Ev çi digrin nava xwe? Di nava van de:

1. Bê ku navbeynkar bixin di nav de, li ser bilindkirina nirx ya ji aliyê kesên nediyar ve radiweste, bi armanca ku berhem ji bona kesê mezaxtker herdem pitir ekonomîk-erzan raweste, bi heman awayî ku berhemhîner jî bikaribin nirxên dadmendtir bi dest ve bînin.

2. Sedema cotyariya organîk -herdem ji aliyê krîterên şaşkirinê yên tên dîtin ve têne pir biçûk kirin ku ji aliyê gelek sertîfikayonên organîk yên fermî ve serlê tê dayîn- pêşketiye. Divê çi ekolojîke bê hesibandin an ne, niha dibe biryara zindî ya grubên mezaxtker ku ne tenê ji bona bikaranîna berhemên ne-genetîkal-berhemên destwerdan lê kirî anjî kimyayên toksîk, lê herwuha nêrîna nêzîkatiya coxrafîk jî pêşbînî dike û di heman demê de mercên xebatê yên berhemhîner jî pêşçav digre. Di vê wateyê de, em lezgîniya sertîfikasyonên beşdarker dibînin di gelek rewşan de, li gel ku ne “fermî” ye, dîsa jî ji aliyê wan kesên ku bi dilxwazî di pênaseya xwe ya beşdarbûnê de vê pejirandine (ya ku li gora wan bi rastî organîke).

3. Mezaxtker dikarin berhemhîner û çewlikên wan rasterast nas bikin, bi vî awayî têkiliyek ya civakî dafirinîn ku qet nehatiye avakirin wexta ewane diçin ji supermarketê xwarinê dikirin. Ev têkiliya rast bi rastî pitir bi bandortire ji sertîfîkasyonên-destûrdanên fermî. 

4. Aliyek vê yê jîngehî heye, ji ber ku grubên mezaxtker bi giştî ji aliyên fermî zêdetir biryarên bizanebûn digrin ji tevlî garantiyên jîngehîbûnê pitir. 

Gelek ji van gruban karên xwe bi pereyên fiyat pêktînin û hinek jî pereyên herêmî dixin di nava vê de. FairCoin bijardeyek başe ku dikare bigehîne her cihên ku pereyên herêmî lê nîne. Bi hinek peyvên din, ew dikare bi cûrên ekonomiyên bazinî-girover re bête entegre kirin bi heman rêyên pereyên sosyal dike, lê bi derfetên zêdehî. 

Bi tevilkirina FairCoinê di nava van gruban de ne pêwîste tu bibî “mezaxtkerek pispor” di vê bazinê de, weke ku rewşên herdemî yên pereyê kredît derdikeve pêş, jixwe ew dikare bi pereyê fiyat re bêt pevguhertin, dabîn dike ku berhemhîner xwe di FairCoopê de tomar kiriye. Li ser vê, wê herdem ne pêwîst be tu FairCoin biguherî bi euroyan, dolaran hwd.., jixwe ji derveyê bazina gruba mezaxtkeran marketên gelek mezin hene ku beşdar dikarin FairCoinên xwe têde bimezêxin, ne bes li herêma ji grubên mezaxtkeran pêktên û herêmên wan yên niha, lê yên navnetewî jî hene.

Nodên herêmî yên cuda cuda dikarin bêne kordînekirin ji bona dîtina pêwîstiyên rûbirû yên ji derveyê hêza xwe gihandina wan be û herwuha grubek ya Ekonomiya Bazinî heye ji bona gelek firoşyaran di qada navnetewî de. Bi vî awayî, ji ya herî herêmî heta ya herî cîhanî, kêm bi kêm, em li ser şopa ekonomiyek ji bona herkesê dadmentir, hişîntir û pitir bide memnunkirin dimeşin. Ji aboriyek xwe-rêveber ne pitire ne jî kêmtire, ango: aboriya em hemî dixwazine.

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top