FairSpot-modelek potensiyela din ji bona Nodên Herêmî yên FairCoopê

FairSpot cihek fîzîkîye ji bona bizavên girêdayî FairCoopê. Ya yekem di sala 2017’an de hatiye vekirin, di dukkanek biçûk ya bi kirê de li Exarcheia, taxek navdar, navendî û gelek azad ya Atîna ye. Ev ramana resen bû, lê her FairSpota bê avakirin dikare gelek ji yên din cuda be, û bi vê rêyê dikare adaptayê pêwîstiyên nodên herêmî anjî çandên taybet bibe.

Qata jêr “cihê giştî” ye ku em mirovan lê pêşwazî dikin, berheman lê difiroşin, hwd. Qata jor ji bona tiştên hêj taybettire, çêkirina meclîsan, civînan, û hwd. Li wê derê qenepe, mutbaxek biçûk hene,  û destûra vexwarina çixarê heye. Ger em bikaribin hemamek jî çêkin, ew cih dikare ji bona çend şêvan mirovan vehewîne- (ji bona yên fêhm dikin, ew weku Aurea Social ya biçûke).

Li ser vê ve, dema ku piraniya bizavên aborî dikarin bi rêya FairCoopê bên rêvebirin û fatura dayîn, pêwîstiya kesekê bi hêjmara bacê heye ji bona tiştên weku kirê, fatura, hesabên banqê hwd. bide û ev ew dere navnîşanek ya fizîkî ya wê heye û dikarin sûdmend bin. Ji ber vê sedemê me kompaniyek avakiriye, di vê rewşê de ew li ser bingehê ne-berjewendî ye, ji aliyê du hemwelatiyên Ewrupî yên îflas kirî ve tê rêvebirin. Hêj pitir, parêzer û hesabkarek yê me heye. Ev pêdivî ye. Dibe ku bihizirî pêwîstiya te bi wan nîne, lê heye. Herwuha em hesabê xwe yê navxweyî bi xwe xwe dikin. Em Dolibarr bikartînin, ku em li ser xizmetguzariya xwe bikartînin. Ew bernameyek belaşe, gelek temame, û gelek fonksiyonên weku hesabkarî, PoS, rêveberiya stokê, hwd digre nava xwe. Ev dibe gelek zehmet be, li gora ku gelek endamên kombînasyonan digre nava xwe, herî kêm sê hebûnên (Nodên Herêmî (NH), Point of Exchange (PoE), dukkan) rêjeyek dînamîk ya pirdiravî (EURO, FAIR) û cûrên cuda yên pere hene (pereyê pêşîn-hûrkirina pere, karta rastî, FairPay, transfera banqê, Paypal).

Di her rêjeyekê de,  bi direjahiya xebata salekê de, FairSpot li Atîna her ço pitir hat naskirin û pêşket, û ber bi aboriyek bazinî ve peywendiyên baştir saz kir li hinek herêmên zehmet yên jîngeha metropolan de. Herwuha ew weku ferasetekê pêşdikeve ber bi ekosîstemek dadmend ya mezintir ve, ji ber lênêrîna wê ya yekgirtî wuha çêbûye: FairSpot navê her du cihên polîtîk û bingeha xebata Nodên Herêmî ye. Ew weku serokbeşa Noda Herêmî kar dike- ji bona nodekê gelek bi sûdmende ku cihek vekirî anjî nîv-vekirî hebe û xweyî bernameyek diyarkirî be. Ew dihêle hun bêne dîtin, û baweriya bi te qayîm dike: tu dibî cîranek.

Evane hinek tiştên cudane em FairSpota herêmî ji bona wana bikartînin:

 

PoE. Em pevguhertina EUR bo FAIR çêdikin belaş, û pevguhertina FAIR bo EUR bi  2%. Me telefonên bi NFC hene ji bona FairPay, mekîneyên piştrastkirina çandêriya-perehûrkirinêne (Li Yewnanîstan gelek pêdîvîne evane) hesabek yê banqa kapîtalîst, kartek kredî ya kompaniyek, û hesabê Paypal.

 

Fair shop. Em berhemên herêmî difiroşin, destek kirina berheman bo pevguhertina FAIR. Em pere didin berhemhîneran (bi FAIR anjî têkelaw li gel FAIR/EUR) PIŞTRE, û TENÊ EGER berhem bêne firotin. Em bes berhemên organîk, bi kalîteyek bilind difiroşin, lê bêgoman em ti VAT’ek nadin, ji ber wê nirx di asta navend dene. Ji dema me red kiriye em ti tiştekê bi EUR bifiroşin ve, (carnan ji ber sedemên legal) gelek kêm bikirên me hene. Ji ber vê sedemê, û ji ber ku me ti dolabek ya cemidandinê nîne, em berhemên hênikahiyê nafiroşin. 

 

Pêşxistina aboriya bazinî di nav û derdora bajar de, ji bona hêj firehtir nûnertiya FairCoopê di asta herêmî de bike ye. Dîsa em kartên FairPay didin û çêdikin, herwuha biqasî bikaribin karek kesî bo 5-6 kesan dabîn bikîn. Herwuha em pêşwaziya xizmetên fînansî yên dadmend dikin ku bûne qurbaniyên dewletê.

 

Berfirehkirin. Em semîner û bûyeran amade dikin, pêşkêş dikin, gotarên bo medyayê amade dikin, belav û çap dikin, ji bona FairCoop bigehe torên alternatîvên din yên dadmend, weke Koopên Navxweyî yên Atîna, û alîkarî bide fonkirina projeyên kesî yên bi herêmî têne rêvebirin. Di astek hêj pitir herêmî de em navnîşanan digrin ji bona name û pakêtan, çavkaniyek ya jiyana civakî ye ev, cihên ji bona civînên grubên polîtîk, meclisên wan, hevkarî, û em amadekariya CVN ya FairCoin dikin, hwd. 

 

Heta niha nîşankerên pêşketinê ku di nava xwe de piştgirîkirinê, bihêzkirinê û risk girtina pêşvebirina karanînên aboriya bazinî ya herêmî digre nava xwe hene, weke kogeha Syn. Allois, ku dukkanek alternatîve ku li Atînayê FairCoin dipejirîne ye. Herwuha endaman karîne bibin xweyî taybetiyên bikaribin tevlî cuda cuda mihrîcan anjî buyerên li derdora Atîna bibin (Mihrîcanên serhildanê, Mihrîcanên gelêrî, û torên Berxwedanê). Herî dawî, noda herêmî ya Atîna nimuneyek pratîkî ya pêşwazîkirina potensiyela FairCoop di avakirina buyerên FairCafe di dukkana-qehwe ya herêma Exarcheia de kir, û gelek buyerên din jî li pey tên. Prosedûr bi temamî ew bû ku destpekirina ramanek-demdirêj, ezmûnek ya di derbarê dahatûya Noda Herêmî ya Atîna de ye. 

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Bi gistî, ramana FairSpot weku pratîkî mezin dibe. Kesên din li cihên cuda ramanên cuda guftûgokirine ku belkî bikaribin cih pêşniyar bikin ji bona kesên xebata kesî dikin, anjî mehvandariya tebeqeyan bikin û ji bona grubek din li Serbiya ramanek wan heye ku ewê pêşketinê di herêmîbûnê de pêkbînin, wek ramana dibêje:

“Di FairSpot de em ava dikin, emê hewl bidin me baxçeyek biçûk hebe. Di baxçe de emê hinek çareseriyên permakultur pêkbînin. Û wêdetir plan ewe ku cihek hebe bikaribe rêkxistina dukkandarên perwerdehî yên cuda hebe ji bona mirovên ku bi agroekolojî ve xerîk dibin, çewligên eşkêl biçûk, permakultur hebin, herwuha di derbarê çareseriyên parastina berhemên-bio yên cûr bi cûr de, axek tendurist ava bikin, hwd… Bi hemî van bizavan, em dikarin ramana FairCoin û FairCoop pêşkêş bikin û dest bi hevkariyê bikin.” 

Di ser hemiyê re ramana afirandina FairSpot weku xalek navend ya Nodên Herêmî tê rewşa beşa metodolojiyek mezintir ji bona çandina di mejî de ya Nodên Herêmî di gelek mercan de. Di pêşniyarkirina jîngehek entegrebûyî de, ku dikare weku pêşfiguratîvek yê nîşandana xizmetguzarî û ramanên cuda cuda bikeve meriyetê di avakirina ekosîstema me de, avakirina FairSpot bijardeyek sûdmende kû li ser bê rawestandin.

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top