Ne gengaz

Nivîskar: Biopablo

Eger mirov temenê tevgerekî siyasî berawirdî yê kesekê bike hema wekî heve. FairCoop derbasî sala xwe ya çaran dibe(Happy Birthday! Rojbuna te pîrozbe!).Bi zarokek biçûk re xwedî heman nirxiye. Zarokek biçûk, bi mereq û tejî heyecan. Zarokekî xwedî potansiyelekî mezin û heyînekî pêwîstiya wî ji fêrkirinê zêdetir bi fêrbûnê heyiye. 

Ka em serboriya çar salan bigrîn dest.

  • 2015 sala ducanîbûnê bû. Jibo tiştekî ku kes ne afirandî em çêbikîn em li Ewrûpa digeriyan. Wek pêxemberê li çolêbûn. Erkê me ne mimkûnbû, lê armanc pir bi biryarbû. Lê me dest jê berneda, bi taybet jî Enrîc baweriya xwe qet winda nekir. Bi enerjiya xwe ya qet bi dawî ne dihat û bi biryarbûna xwe tevgerê hêj zû ji tunebûnê rizgarkir. 
  • Sala 2016’an ew tovên kû hatîn çandin belavbûn. FC di dawiyê de berbi hewa ket tiştakû weke ne mimkûn dihat dîtin êdî dibû rastî. Ji dervey Ewrupa, cara yekem Kurdistan jî di navde gelek nodên herêmî derketin hole. GetFairCoin dest bi belavkirina diravan kir. Hilberîner û bazirgan UseFairCoin û FairMarket jî di nav de mirovan dest bi baweriyê kir. Lê heta dawiya sale yek faircoin bu xwedî nirxek qasî 0.05 EUR. Vê jî bi bîra me xist ku hêj rêyek pir dirêj li pêşiya me heye ku xeyalên me bi cîh bên. 
  • Di sala 2017’an de ew pêxemberê ku li biyabanan ehdên mezin didan jibo demek zu bigihin şehdeyê cara destpêkê rûberûy iblîs (şeytan) hat. FC ya kû ji zarokek du salî ne wêdetirbû, îblîs bi şewqa zêrê xwe sersorman kir û pêlên çiruskên krîpto belavkir. 

Nirxê yek Faircoin di çend mehan de 1.20 EUR bilindbû. Gelek neqd (dirav) bi bêhna neqdên din hatin kişandin. Lê di heman demî de jî mezinbûnên yasayî hatin jiyankirin û nodên nû hatin vekirin. Çêkera Gerdunî di şeklê OCW de hat erêkirin bi şêweyê BotC fermî bû. Freedom Coop dest bi biriqînê kir û yê qirêj jî bi negorî winda kir. FC di dawiyê de rastiyek bû û jibo mayînê li vir bû.

  • Di sala 2018’an de biyaban şînbû, hestên şînbûnê bicîhbûn û li cihên xuda û pûtên Kapîtalan anit hatin çêkirin. Weke ku difirîn bilind dibûn.  

Piştre tiştekê balkêş çêbû, bapufêlka (pumpumoka) krîpto gerdunî teqiya û nirxê diravê di dest de nîvî ket. Mêşan diravên xwe ligel xwe firandin, bivî awayî pirsgirêkên neqid kûrbû û rê li ber kirîzekî polîtîk vekir. Ev nûçeyek pir xweş bû.

Bangawaziya şiyarkirina ji xewna zû nehat. Ji ber hîn avahi ne hatibû bi dawî anîn. Ew kirîza derketî me bi temamî ji lepên cenawirê kapitalist rizgarkir. 

Dema ku me çave xwe di odeya xewê ya tarî de vekir, di dawî de cenawirê dibin nivînan de me dît. Di rewşek wiha de tinê tiştek tê gotin heye:

Dayêêêê….

Lê dayîk kiye? CIC ye? Dagirkirine? Bitcoine? Na yan xuşka wan ya mezine. Rastî ewe tu pîrikên me nine. 

------------------------------------------------------------------------------------------------------

Li gel tevlîbûna min ya FC’yê, ez ligel tevgera şoreşger ya Kurd jî xebitîme. Ji PKK û çend saziyên din pêktê. Ew di cîhanê de yekem rêxistinin ku bi şêweyek rast li dijî sistema moderniteya qapitalîst derdikevinin. 

Armanc û hedefên wan herçend ji yên me cudabin jî lê em heman nêrîn û şêweyê şoreşgeriyê parve dikin.

Ez PKK’ê wek pîrikek 40 salî ji bo xwe dibînim. 

Dema PKK’e çar salî ne gihiştibû vê heybeta xwe.

Neçar man ku ewqas sal li bendê bi sekinin.

Niha li Surye û Iraqê  gelek xakên berfireh jibin deshilatdarî û zihniyeta baviksalari ya dewletê derxistine û bi şêweyek demokratîk û xwedî nirxên ekolojîk bi rêve dibin. Nêzîkê şoreşa me ne û gelek tiştên em ji wan fêrbibîn hene. 

PKK ji sêwiyek wekî meye. Sistemaku bi cîh tênin weke Konfederalîzma Demokratîk tê zanîn û rewşekî weke wî ne hatiy dîtin. 

Dema di çar saliyê de ne gihiştibûn vî astê. Bi dehan sal li bendê man. Pir bi baldarî û sebir fêr bûn. Xebatek ji bingeh ve dan meşandin. Bawerî bi hev anîn û hêz jê girtin. Bi guherînên pir tund û radîkal ya paradikmayê re rûbirû man û hatin guherîn. Xwe ji kur de lêpirsîn kirin. Di dawî de jibo pêşengiyê ji tevgera azadîxwaz ya nû (modern) re bike di sala 2011’an de derket holê. Wek kes wane û tiştên ku min ji PKK’ê girtî û fêrbûyî ezê di FC yê de bi karbînim. Bi şêweyekî cewherî ezê çend xalan rave bikim:

  1. Bawerkirin: Goman neke. Ji serkeftina xwe % 100 pişt rast bin û biryarên xwe li gorî vê bidin. Neku pêk nayê, dibe û wê pêkbê lê tinê tu bawer bikî.
  2. Bi sebir be. Mezinbûn ne armance, tenê amêre. Ji zêdahiyê cudatir qeliteyê bingeh bigre. 
  3. Her tiştî bi pirsin: Dijminê te yê mezin di hindir te de ye. Ji qalibgiriyê bi revin. Vekirîbin. Derdora we tê guherîn hun jî xwe li gel wî guherînê nedin paş.
  4. Radikalbin. Nirxê jiyana we bi keve jî ji regezên xwe qet şonde gav navêjin.
  5. Qet giliyan nekin. Gilî kirin ehmeqiye.
  6. Bi disiplînbin. Baldarbin. Dem wunda nekin. Bi bîra xwe bênin hûn jiber çi li virin.
  7. Bi biryarbin. Asta girêdana xwe hilbijêrin û bi awayek vekirî ji hevalên xwere ragihînin. % 1  yan jî % 100 be wek sondekî pîroz girêdayîbin.
  8. Di derbarê hevalên xwe de ne axivin, bi taybetî jî ne amadebe. Di derbarê wan de gotinên xweş kirin jî nabe. Guh nedin gotegotan û rê nedin bên destpêkirin jî.
  9. Kesên ku ji rexneyan re vekirî rexne bikin. Ji rexneyan re vekirîbin. Rexneker ji civakek re merce. Her çend hun qebul  nekin û fam jî nekin dema rexne li we hat kirin bi pejirînin.
  10. Nûner: Ger westayî bî bêhna xwe bide. Eger pêwistiya we pê hebe alîkarî bixwazin.
  11. Hûn ne girîngin. Xwe ne hizirin. Karê herî xirab, kursiyê herî xirab û parçeya herî biçûk ya pastê jibo xwe bibe. Jibo yên din parçeyên baş bihêle.
  12. Bi tendurist û kêfxweşbin. Zû rabin. Werzîş bikin. Girêdayî madeyên hişber nebe. Ne liser xetê kar bike. Ligel cîranên xwe bi axive. Hezke û were hezkirin.

 

Hinek kes bi nakok dibe were dîtin lê dema te rastî fêmkir tu yê bibînî ew ne wisanin. 

 

Oh, hêj yekî din heye:

 

   13. Bibe terrorist. Dema dewletê gotina “terorist” dîtî, di dîtina destpêkê de

evîndar bûyê. Jibo me jî pir bi sûde. Bi terorê hatina tawanbar kirin, tê wateya ku we ya rast kiriye. Lê wê tu caran li FairCoopê nebe, mane? Ev ne mimkûne.

 

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top