Niha Cizdana Xwe ya ElectrumFair Rojane Bike

ElectrumFair yek ji wan cizdanên kêrhatiye ji bona FairCoin. Bikaranîna wê hêsanîye, û weke hemî cizdanên din yên FairCoinê, hetabêjî bi ewle ye. Nifşa nû ya pêşketî 3.0.5 hema nû hatiye belavkirin, û em pêşniyar dikin hun nifşa (versiyona) pêşî ya wê rojane (update) bikin. Bi taybetî eger hun hêjta nifşa ElectrumFair ya 2.7.1 anjî kevintira wê bikartînin, rojanekirin pêdivî ye. 

Di meha Çile ya 2018’an de pirsgirêkek teknîkî di cizdanên Electrum de hate dîtin ku bi nifşa 2.8.4 hat çareserkirin. Niha rojanekirina 3.0.5 herwuha dihêle hindiktir pirsgirêk derbikevin. Rêberek yê pêşxistina FairCoin Thomas König wuha pênase dike: “Ew mijarek bû afirandina bi xebitîna pir-nîşanan çêdibû. Pîvana wê û bi vî awayî şabaşan bi çewtî dihesiband û herwuha karanîn ji aliyê torê ve nedihat pejirandin. Ev pirsgirêk di vê belavkirinê de hatiye çareserkirin.”

Ger hêjta we cizdana xwe ya ElectrumFair nebe, ev nifşa nû hunê ji niha û pêve dabixin, di her rewşek hun bi xwazin de. Tiştek normale ji bona FairCoinê ji yekê zêdetir cizdan hebin, weke hun dikarin yekê ji bona mexaztinên xwe yên rojane bixin di xizmetê de, û ya din jî bona tomarkirina mîktarên mezin yên diravê xwe; anjî mînak, yek ji bona bikaranîna kesî be û ya din ji bona hinek bizavên bazirganiyê be. Ger hun hêjta ElectrumFair nas nakin, evane hinek ji taybetmendiyên wê ne: 

  • Cizdanek hêsane:

Ev tê wateya ku pêwîstiya wê bi neçarî bi her çavkaniyek heye li ser amêra we ji bona bikaranînê, ango ew cihek gelek kêm li ser diska komputera we digre anjî li ser memorî/SD karta telefûna we. 

  • Ewlehî: 

Kilîla taybet-veşartî ya te ji 12 peyvan pêktê, jêre tê gotin “tov” ku wê ji aliyê heman bernameyê ve ji bona we bêt dabînkirin û hun divê print bikin û tomar bikin (tê pêşniyarkirin li cihên cuda yên ku dikare amêra xwe pêketî bihêle ku cizdan jê hatiye daxistin) ji ber ku ev ew qode ku wê bihêle hun cizdana xwe ElectrumFair dubare paşve bizivirînin û dubare bar bikin, bi heman pereyên ku têde bûn û xebitînên xwe tomar bikî, di rewşek de ku komputer anjî telefona we zerer dîtibe, anjî her tiştek rû dabe ku pêwîstiya wê bi “recovery” dubare paşve anînê hebe. Li bîra te be: gelek girînge ku hun van peyvan di cihek bi ewle de tomar bikin-bigrin û wana wunda nekin. 

Ji van kilîlên veşartî yên sereke, weke di cizdanên din de, navnîşanên cuda yên wergirtina FairCoinan dikarin bêne pêkanîn.

  • Dikare li ser amêrên cuda bê daxistin-barkirin:

ElectrumFair kêrhatiye ji bona Linux, Windows, MacOs û Android, û hun dikarin wê li ser gelek amêran dabixin, ger hun bixwazin. Ger hun heman tov ji bona hemiyan bikarbînin, hunê bibin xweyî yek cizdana hevdem-sekronîze, û gava hun di yekê de tiştek bikin wê di yên din de jî heman tişt çêbibe. Ger hun tovên cuda bikarbînin, cizdana ku li ser dixebitî-dinivîsî wê serbixwe be. 

 

Hunê bi hesanî wê bibînin ji bona daxistin anjî rojanekirinê. Bi hêsanî dosyeya pêwîst ya sîstema hun bikartînin bibînin ji lînka https://download.faircoin.world û bixe dixebitînê de.

  • Ger dixwazî bes rojane bikî, divê hun bes bijarteka “I already have a seed” ango “Jixwe min tov heye” bibijêrin. 
  • Ger dixwazî wê ji rasterast dabixî, bijarteka “create new seed” ango “tovek nû çêke” bibijêre. 

Ger di dema daxistin anjî rojanekirina cizdana ElectrumFair 3.0.5 de gomanek we hebe ji kerema xwe re bê dudilî peywendiyê li gel me saz bikin di grubên Telegramê de anjî ji Noda Herêmî ya herî nêzîkê xwe bipirse. 

Gava hat daxistin anjî bilindkirin, hunê bibin xweyî cizdanek ya FairCoin ya hêsankar, ewle û rehet. Em hêvî dikin hun ji bikaranîna wê zewqê bigrin! 

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top