Pereyê-Krîpto û Legalbûn

Nivîskar: Alexander R. Hufford

Pereyê-krîpto weku mijarek berfireh van rojan pitir tê guftûgokirin û hinek xalên guftûgoyên balkêşin dafirîne. Li hevhatinek mezin heye ku dibêje hem ji bo xwe û hem dijberê xwe encaman çêdike lê di bingeh de hinek nêrînên cehwerî xwe didin der û bi frekansên mezin re hevdu digre. Herwuha ev gotar wê lênêrînek giştî ya van sojeyên dijwar bigre dest,  wê ji hemî aliyan ve van îmayên legalbûna pereyê krîpto bide dest, ew tê çi wateyê anjî çi qewlê wê heye; hem ji bona hukimetan hem jî bona mirovan. Ya yekem, divê em rewşa giştî ya pereyê krîpto guftûgo bikîn, piştre biçîn li ser rewşên xwe yên taybet di FairCoinê de. 

Ji bo pêşî, tiştek pir balkêş jî têgihiştina li ser statuya pereyê krîptoye ku bi keyfxweşî îro weku legalbûnekê tê pênasekirin. Ev di wateyekê deye ku gelek ji wan bi fermî nelegalin lê li aliyê din ewane ne îllegalin jî. Ji ber vê çendêye jixwe herêmek nediyar ya bikaranîn û rastiya wan heye. Ev dikare metirsîdar be, lê ji aliyê din ve, weku fonksîyona rêbazek ast-nizm ya perwerdeya polîtîkî tê kişkirin. Herwuha mirov raboriya xwe tînin bîra xwe û bi ramana ku dewlet hakimê dawîye ku dikare bêje ewane dikarin çi bikin anjî nikarin bikin; û dewlet, weku saziyekê, yekdestiya xwe ya li ser hemî amêrên hesabgeriyê yên van demên dawî de rêxistibû (di wateyekê dîrokî) wunda dike. 

Bi bilindbûna vî pereyî re welat li ser rêvebirina vî pereyî guftûgoyan dikin ku jixwe ne zêde alîgirê qedexekirina wanin bi yekcarî. Em dikarin nimûneya vê ya dawî ji Koreya Başûr bidin, ku yek ji mezintirîn marketên pereyê krîptoye û bi fermî guftûgokirina li ser qedexekirina pevguhertin û bikaranîna van diravan bûye sedem ketinek mezin di bazara marketên krîpto de çêbibe (Li gel hinek daxuyaniyên din yên cuda ku di destpêka meha yekem ya 2018’an de hatibûn kirin). Hêj di demek kurt de bû 200.000 hezar îmze hatin komkirin bi armanca vê pêşniyara qedexekirina pereyê krîpto protesto bikin, vê wesa kir gelek bazirganên wezareta Fînansê ji beriya ev rû bide di demek kurt de pir pere firotin û di dawiyê de ji aliyê fermî ve hat qanihbûn ku negengaze bi awayek pratîkî bazirganiya coin bêt qedexekirin. Sîstemek asayî û hêdî dimeşe ya rêveberiyê diyare wê baştir bixebite. 

Di rastî de, welatê ku di vê rastekê de pitir xweyî ezmune, Çîn, kariye baştirîn bikaranînên pereyê krîpto bibîne û ID-nasname gelek  teng damezrandine û kontrola pevguhertinê bike, li rexmê ku bazirganiya veşartî hêjta di grubên veşartî yên sohbetan anjî civînên kurt de didome. Trafîkek gelek mezin ya vê çoye welatê cîranê wan Koreya Başûr. Evane hinek pirsên polîtîk yên bingehîn bi xwe re tînin: mînak, ji bo bikevî nava pevguhertina Çînî, divê ID bikarbînî, lê ji milê din ve ev pevguhertin bi mîrasî spekulatîvin. Evê bandor li pereyên coin bike lê ne ewqase ku bikaribe bikaranîna xwastina FairConê bi taybetî hedef bigre- ew ji bo kirrîn û firotina pevguhertin û birina pere bi aliyên dûr ve ye, ew ji bo karanîna bi awayekê pratîkî, rastî, dadmend û projeyên aboriya sûdmend û bazirganiya navxweyî ye. 

Her wekî wê, ger di vê dema niha de gelek dewletên Ewropî naxwazin çavli Çînê bikin û vê kontrola zêde ya bi sedemên polîtîkî û çandiyên cuda pêkbîne, gelek welatên din nikarin bi hêsanî hewlek mezin bidin van pereyan bixin warê pisporî û birêve bibin. Bi vî awayî pirsa legalbûn anjî îllegalbûnê hinek sinorên fonksiyonî yên balkêş bi xwe re tine – her dewlet ne ewqas bihêze, bi biryare anjî dewlemende bikaribe bi temamî qedexe bike anjî bixwaze berê vê trafîkê bi tevayî bide yek qenalîzasyonê hetta ger ew bixwazin jî nikarin vê pêkbînin. Her wuha ev ji encama wê rastiyê derdikeve ku gelek zehmete bikaribî bi temamî torên nenavendî qedexe bikî. Di rastî de meylek ya polîtîkî di vê dema niha de heye, ku pereyên krîpto di herêmên dewlet têde nebihêz de pêşdikevin: welatên Venezuela, Zımbabwe, Ukraniye û Surye mînakên niha yê vê meyla objektîvin. Dewletên lawaz hêza wan têrê nake ku rêvebibin, qedexe pir kême li ser pereyê krîpto. 

Herwuha du mijar hene divê di mejî de bêne girtin: gelek beşên dewlemendên gelek civakên cuda li seranserê cîhanê, bi spekulatîva di hinek pereyên krîpto de karîne serweteke biçûk bidest bixin, bi vî awayî fonksiyona cîhana krîpto weku marketên mezin yên nikarin bên rêvebirin, bi hemî cûrên potensiyela ji bo kesên bazirganên hundurîn û bi hîleyan bilez dewlemend dibin, ( ku di rastî de, her ço bû mezintirîn sermaya dahata 2017). Herwuha fonksiyonek wê heye weku rêyek tev herî di rêbaza biha nedayînê tê bikaranîn û piraniya nirxan di marketên krîpto de têne rêvebirin û desteserkirin (mînak, ya Zcash û Monero bi taybet). Evane di rastî de marketên pereyên reşin bi rêyek rêjeya wan diyar be dixebitin. Ji ber vê çendê, ji aliyekê ve, hinek bijardeyên çînên jor di rastî de piştgirî didin domandina statuya pereyên krîpto niha, ku tê wateya hewla rêvebirina wêya wê bizavek bi hêdika be.

Herwuha rastiyek din heye ku ji xwezaya teknolojiya blockchain derdikeve, hewldana qedexekirina wê di welatekê de wê bi hêsanî bibe sedem ber bi cihek din ve biçe. Tenê hewldanek bi rêxistinkirî ya global dikare bi rastî pereyên krîpto qedexe bike, lê di roja me ya îro de ku milmilanê û kêşeyên emperyalîst û herêmî her mezin û bilind dibin ev weku nayê hizirandin xuya dike. Di welatekê de qedexekirin, wê dahata sermaya vî diravê dijital biçe cihek xweştir li herêmek din, evê bi lez jê sûdê bigrin. Ev jixwe hat guftûgokirin, mînak, li Belarusa hejar mirov hewl bide welat bike xweyî pereyê teknîkî yê IT. Heman şema di pêşerojek bi aştiyane de bi dilniyayî dikare ji bo Rojava jî bê pêkanîn, ber bi herêmên herî zêde pêwîstiya wan pê heyî ve biçe ji bo dubare avakirina wê.

Pirsgirêkên aboriyê ku bilind dibin, herwuha xwezaya spekulatîv ya coinan bi xwe jî, wê bibe sedem bi lezek giştî rêvebirina vî pereyî çêbibe, heman weku stokên din anjî tûredanên wan yên fînansî, wê bixwazin nasname bêt xwastin ji bo pevguhertinan. Ji ber vê wê rêvebernameyek hebe lê ne bi cûrek yê ji bo çewisandinê be. Di dawiya hemîyan de rêbaza rast ya rêvebirina toran wê ne bi awayek rastrast qedexekirin be (ku jixwe naxebite wuha) lê pitir wê bi rêbaza kanalîzasyonê be. Bi vî awayî hewldan wê ew be pereyên krîpto sernerm bikin û wan piştgirî bikin (anjî di dawiyê de coinên herî bihêz dimînin) ji bo hevesa çînên jor ku bikaribin wê weku amêrek yê spekulasyonê bikarbînin û ji bo şemeya nedayîna bihayan – û li vir ji % 99 mirovan ji vê teknolojiya sûdmend qut bikin, ku bi ciddî tehdîteke mezine ji bo çînbûna hevkariya dewleta îro.

Weku herî dawî hatî dîtin, wê hewldan ji bereyên cuda ve hebin ku marketên krîpto qut bikin ji pevguhertinên potensiyel û wane bi marketên fiyat yên dewletê ve bidin girêdan (çi bi peywendîkirina wan bi banqan ve anjî bi xizmetên kerdît kartan) û di vê rêyê de wê tenê destûr bidin ew coinên ku yên tebeqeyek herî jor ya bijarteyek ya civakêne bimînin di mezatê de (wek, mînak, peywendiya Putin ya bi Ethereum re anjî guftûgoyên herî dawî yên KrîptoRouble, di rêjeyek zêde de pereyê Çînê û Hong Kong çone nava BitCash, hwd..). Di dawî de dewlet wê hewl bidin pereyê xwe yê krîpto biafirînin ku wê bibin beşek dijber yê fiyata taybet ya wan, bi vî awayî wê yekdestiyê li ser marketan bikin.

Ji ber vê çendê pirsa rast ne ewe ku bi nîşanderek şaş û ne realîstîk di derbarê bi temamî qedexekirin anjî wundabûna wê de be – weku nêrînek ya xwe dipesêre ferasetek demborî ya hêz û berxwedanê di cîhana îro de, ku li herderê li ser torên prensîban dixebite (evane ne di derbarê tunekirinê anjî qedexekirinê dene, lê pitir ji bo kêmkirina nirx û bê alîbûnêne). Herwuha dîsa ev guftûgo bi giştî di derbarê hinek coinên taybet dene (mînak, xwezaya problamatîk ya BitCoinê) li şûna ku li ser marketên pereyên krîpto yên vê qadê de konsentra bibe, mijarê cuda digre dest.

Herçawa be, pirsa rast ewe gelo divê ev înavasyona blockchain di kîjan bereyê de bêt bi qenal kirin? Gelo ber bi bijarteyek civakê ya ji % 1 ya cîhanî, sermayeya fînansî ve be, anjî ber bi piraniya şêniya mirovahiyê ve be ku wê bikarbînin ji bo karibin ji çewisandina heyî ya sîstema sosyo-polîtîk xwe azad bikin?

Ev (bi piranî hêjta ne dizanebûnê dene) xeta dabeşkirina raste di cîhana pereyê krîpto de, eve ku dihêle di bikaranînê de cudahiya wan hebe, ku ew jî rêbaz û serkeftinên di nava FairCoinê û pereyên krîpto yên din deye. 

Hemî guftûgoya di derbarê legalîzebûn û bi rêvebernamekirina pereyên krîpto de ronahiyek dide li ser wê valehiya bîrdozîk ya li ser boşahiya hizrî ya mezin di derbarê piraniya coinan de, gava ev weku ferzkirinek li ser qada ekonomîk tê destgirtin, weke ku polîtîka rolek neleyîst be, weke ku dewlet bi berdewamî destwerdanê nake ji bo di marketan de rewşên li gora xwe ava bike (anjî, di van dawiyan de bê tedbîr banqan bi kefîl serbest ber dide) û her weke ku ti formek din yên mirovên civakê nîne ji bilî spekulatorên komkirî û bikirên wan.

Pirsyara herî dawî ya di hizra me de- ceribandin anjî guftûgoyên îpotek kirinê li pey tên, ger FairCoin bi şêweyek radîkal yê yekgirtî de hat berdayîn, ji bo xizmeta kesan û xweseriyên kolektîv bike û ji sîstema aboriya fermî qetiya, wê çi bibe ger FairCoin bêt qedexekirin? Evê hingê bibe hewldanek mezin ya bi kanalîzasyonkirinê, herwuha wê demê ev coinê heyî û destur dayî wê bi xwezayî bibe spekulatîv. Lê dibe ji nîşkan ve kesek bipirse, li kuderê hatiye qedexekirin? Gelek welat wê bi vê ve eleqeder nebin nejî wê sedemek wuha bibînin, bi vî awayî wê fon ber bi wê ve biçin. Lê di analîza dawî de raste ku di welatek de hatibe pêşniyarkirin ku FairCoin bêt qedexekirin, wê tekoşînek bingehîn ya polîtîk bê destpêkirin, ya serhidêriya fînansî û polîtîk.

Herwuha pereyên din yên alternatîv û ceribandinên din yên civakî hatin qedexekirin û sabotekirin ji aliyê hukimetan ve dema ku wan dest bi xebata bi awayek baş derketina xwe kirin. (mînak, weku pereyê herêmî yê dawî li Arjentîna , di dema borî de li Awusturya, anjî bi şemayên Utupiyayên navdar yên Robert Owen). Ya yekem, lê ev hewldan nekarîn serbikevin. Her wekî wê, ev ceribandinên ekonomîk di rastî de neguncawîn bi xwe re ku bibin şemayek mezintir ya berxwedanê, lê tenê bûn xweyî konseptek îzolebuyî ya bikaranînên xwe. Ewane xweyiyê nêrînek ekonomîk ya cîhanê bûn, weke ku ger sîstemek pêbawer ya ekonomîk hebe bese, û polîtîkayê bi hêsanî weku nehêjayê nexistina di hesabê de be girtin dest.

Bi zelalî ev çewtiyek bû. Hosa, bi fêrbûna ji ezmûnên raborî, di hinek astan de, bermayiyên raborî, bi vekirî diyare ka çima FairCoin eleqeder û konsentrayê li ser cihên weke Rojava, Katalonya û Exarchiya dike, ku evane siteyên berxwedan û tekoşîna polîtîk ya nihane, FairCoin peywendiyên bi bizavên din yên serhildêr ve çêdike û destur tê dayîn xwe bi rolên xwe yên rastîn ve bide pêşkêşkirin; ne weku hinek çareseriyên fetişebûyî yên pirsgirêkên jiyanê, lê weku amêrek pir bihêz ya guhertinê, di nava hemî ewên ku ji aliyê FairCoopê ve ha tine avakirin de. Û evane hemî ne ji dewletê tên, ji hewldanên ji kok yên radîkal tên, ne ku polîtîkavanên reformist îmzekirine.

Ev hêdîye lê qursek sabîte ji bingehîn ve cîhanê diguhere, weke ‘biriqîna di neynika’ meteorîk  ya serkeftinek bilez û dirêjahiyek temen kurt. Eve ku soza ewlehiya FairCoin dide û wê ji hemî coinên din dide ciyewaz kirin: ew xwe ji cîhana aboriya xwe, teknofilik û spekulatîv naqetîne, lê li şûna wê beşên xwe yên girîng weku parçeyekê di mozayîka berxwedanên polîtîk de digre dest, projeyên giştgir û amêrên ji bona serxwebûnê, ku em hemî di nava hewldana avakirina nêrînek kolektîv ya azadî û xweseriya rasteqîn dene.

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top