Rojava û Faircoop

 
  Noda Heremiya Başûrê

Di roja me de tevgera rizgariya Kurd kû di kapasîteya xwe ya siyasî - leşkerî de gelek akter û rêxistinan di nava xwe de digire bi tegîna “Apoîzm” tê bi nav kirin, dûre ji fikra ava kirina dewletê. Bi girtina rêberê PKK Abdûllah Ocalan û wî xistina di zindana İmralî de û bi tezên di nava zindanê de dayî amade kirin de gûhertinekî paradîgmatîk da çêkirin û Tevgera Kurdî, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê modêlekî rêxistinî ya bi navê Konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk da pêş.

Ji bo zanyariyên zêdetir, herêma Kurdistanê li sala 1516 li Qesrê Şîrîn, bi peymana di navbera Osmanî û Sefewiyan de pêkhatî, hat parçekirin ser dû beşan û piştî wê jî li sala 1916 ê di 16 Gûlanê de li bajarê Lozan bi peymana Syces-Picot di navbera Frensa û İngîltere de hat dabeşkirin bi ser 4 parçeyan de:

Bakûr (Tirkiye)

Başûr (Îraq)

Rojhilat (İran)

Rojava (Sûriye) 

Gelê Kurd kû ne xwedî dewletekîne niha şêniya wan nêzîkî 40 milyone.

 

Tengezariya li herêmê u pêngava jê rizgarbûnê

Tengezariya civakî, rewşa pêvajoya sîstemên ya kû êdî nikare bide berdewam kirin tîne ziman. Pirsgirêk  xwediyê wateyekî giştîtire. Tengezarî kû zêdetir karekterên demkîne, lê hê zêdetir ew di pirsgirêk, bûyer, diyarde, peywendî u saziyan de rojane tên jiyan kirin. Her wek çawan hinek pirsgirêk serçaveya xwe ji qada siyasî, ekonomî û demografî digrin, hinek pirsgirêk jî serçaveya xwe ji qada jeobiyolojîk digirin. Civakên hiyerarşî û dewlet (piranî saziyên desthilatê) têde neyî bi giştî jeobiyolojîkin.

Tengezariyên serçaveya xwe ji desthilatê digirin, çi bi teknîka şer, çi jî bi berdewamî ketina rêjeya sûdê ji kelûpel û ji pergalên endûstrî tê girtine. Dema têçûya şer ji sûdê heyî derbaz dike û bi hinek pergalên din nekarî wê têçûyê bide rawestandin, wê demê tengezariya civakî teqez dibe.

Tengezariyên kû ji konjoktorê  (di sîstemên Kapîtalîst de pêvajoyên tengezariyşê ji 5 salan heya 100 salan tên gûhertin) serçaveya xwe digirin hê zêdetir berdewam bibin dikevin pêvajoya tengezariya sîstematîk. Êdî dibin banê sîstemê de berdewam nebûna civakê dibe mijara gotinê. Avaniya sîstemê belav dibe û dorhêlek ya kaotîk ava dibe ji bo pêşketina avaniya sîstemekî nû. Di nava hêzên civakî de li gorî amedekariyên avanî û îdeolojîk yên hê zêdetir xwedî bersivin, di avakirina sîstema nû de dibin xwedî şensê rola serekî û mîsyona serekî.

Bi taybet têgehiştina wan ya dîrokî kû bi awayê xetekî raste bi têgehiştinekî qederwarî, hêlaye kû encamên xebatên nerênî derbikevin li ser diyar kirina şêwazên civakan. Xwezayekî wek civakê kû gelekî têkilheve, bi dirêjahiya dîrokê xwestine xebat li ser mûhendîzîya wê bikin, lê ev tenê ne kû bûye çareserî, di heman demê de bûye kur kirina tengezariyên civakî. Bi hemû rûxsarê xwe ve di roja me de nimuneya lîstokên di Sûriyê de tên jiyan kirin, bûye mîna tabloyekî tê çêkirin kû em temaşe dikin.

Hemû aliyên civakî ji tengezariyan bandor dibin, lê hinek dijminên civakî yên marjînal dikarin bi qezenc derbikevin ji pêvajoya heyî. Jin ji hêmanên zilam û deshilatiyê, kole ji efendiyê xwe, gûndî ji axayê xwe, karmend ji serdestê xwe, karker ji partronê xwe, civak hemû jî ji hêmanên çewsêner yên yekdestên desthilatê bi nerênî bandor dibin. Zerer dibînin, tên bêmaf kirin û li rastî çewsandin u êşkencê tên. Desthilat û yekdest çareseriya pêşkêş dikin jî şêwazê desthilata hê bi hêztir dikin u şêwazê kedxwariyê zêdetir dikin.

Civaka Rojhilata Navîn ji bo nirxên ekonomîk ji berya dîrokê û piştî dîrokê jî bûye xwediyê şensê pêşkêşiyê. Wan di zanî ekonomî çiye. Tenê tişta têde zorî kişandî ji bo fêm kirinê ew vampîrê bi navê kapîtalîzmêye ku bi navê ekonomiyê karesatên mezin bi ser serê wan de aniye, ev tevkûjiyên rastîn yên ekonomîkin. Hebûna sereke ya kapîtalîzmê nekû jênegerek ya jiyana ekonomîke, ew bûye belayek û nexweşiyek ya kanserojen. Dema mirov çareserî ji  petrol, gaz, av, otomobîl kû derdorê didin şûştin re dît û çareserî ji wan armancên kû civakê berbi şer ve dibin re dît wê rastî hê bêhtir derbikevin holê. Dîsan ji nîvê civakê zêdetir bê kar hiştin, bê pîşe hiştin, aware kirin dibe sedem mirov hê zêdetir  vê karesatê fêm bike.

Di civakên Rojhilata Navîn de ji ber çêkera eşîrî hindî diçe teng û biçûk dibe, ji qewmê Ereban gelê Bedewî, ji qewmê Tirkan gelê Tûrkmen, ji qewmiyeta Kûrd jî gelê Kûrmanc xerca sereke ya bi demokratîkbûn û xerca sereke ya civaka demokratîk pêk tînin. Îdeolojiya demokratîk û bizava polîtîk di despêkê de divê van aliyan bi rêxistin bike. Ev alî hêzên sereke yên modernîteya demokratîkin.

Dîsan ev warê kû yekane cihê hemû mezhebane, bi taybet yên wekî kemîne hatine hiştin, Êzidî, Elewî, Sûryanî, Ermenî, Helenî, Yahûdî divê mirov wek xezîneya çandê bide nirxandin û mirov ji bo wan derfetê enstîtû yan jî akademî bide rexsandin û di çarçoveya modernîteya demokratîk de wan wekî erkekî dîrokî û civakî bînirxîne. Bizava li Rojava ji bo pêk anîna vê tiştê di rasteka fikrên Abdûllah Ocalan de serkêşî dike û ji ber vê sedemê ketiye ber armanca gelek hêzan.

Di heyama vê pêvajoyê de rewşa niha ya li Rojava jiyan dibe, ewe kû xweseriya demokratîk hêla yekgirtina her sê kantonan çêbibe û wek ceribandinek ya dı jıyanê de ye niha. Ji bo vê sedemê , projeya îdeolojîk-polîtîk û ceribandinên kû Kurdan dane pêkanîn wan ji nêz ve lêkolîn kirin û nirxandin, xwe bi xwe rêvebirin û xwesteka xweseriyê ya wan, nîqaşên ji bo dahatiyek ya bi kolektîf û bi pêvajoyek aşitî û çareserker xwedî giringiyekî jiyanîne.

 

Endûstiryalîzm û ekolojî

Êdî dema kû hat zanîn endûstiryalîzm nikare xwe bide berdewam kirin rolê ekolojiyê yê jiyanî hat zanîn. Eger dema sîstemek hawirdorê, yanî dorhêla jiyanê ya jêveneger da ji kar xistin, nabe mirov bi çi pasawî vê sîstema heyî bide parastin.  Di çaxa endûstirî ya kapîtalîzmê de sîstem ne tenê hove, bûye ezraîlê rastîn yê jiyanê. Têgîna navdar, bi endûstirîbûna hûner, werzîş û seksê civakê di aliyê exlaqî û wijdanî de dide tûne kirin. Wek çanda rewanî û heyberî di hemû qadên civakê de bi endûstirîbûn, bi netew-dewletbûn û bi kapîtalîstbûna heyî kû tê dîtin, bi dîwarê ekolojîk hatiye asteng kirin, ne tenê ji bo civaka demokratîk-xweser, her weha bangeke ji bo jiyan kirinê jî. Rojava ev dîwarê ekolojîk kû bi derfetê xwe daye damezrandin û bi pereyê ferazî (sanal) vê tiştê daye hêsanî kirin, di gelek hêlan de ji bo pêşerojê wê bibe veberhênanek bi sûd.

Dikare bê gotin endûstirî wek çaxekî himberî çaxa ekolojiyê serî hildaye, lê himberî ekolojiyê serî hildan berbi roja qiyametê ve çûyîne. Ji ber kû çaxa endûstiriyê di hemû qadên civakê de ekolojiya xwe pêş nexe nikare jiyana xwe berdewam bike.

“Çawa kû zagonên demokratîk bi armanca sinor kirina Leviathane (cenawirê bi navê netew-dewlet), yê kû bikare cenawirê bi navê endûstiriyê jî bide sinor kirin jî ekolojiye”.  Abdullah Öcalan

Di nivîsên “ekonomiya civakî” ya kû ji aliyê Abdûllah Ocalan ve hatiye amade kirin kû bi navê ‘Navenda Pêşxistin û Geşedana Ekonomiya Rojava’ de hatiye amade kirin, nêzîkatiya li ekonomiyê girêdayî her sê stûnên bingehîn yên demokrasî, ekolojî û jinê ye. Ev rêgezên henê di xweseriya demokratîk de sinûrdar kirina ekonomiya civakî derdixe holê. Ekonomiya komînal yan jî civakî dê ji aliyê konsey, şarewanî û koperatîfan ve bê damezrandin.

 

Xwediyê yekem yê ekonomiyê kiye?

Dibe gelek balkêş bê dîtin, lê tevî hemû dagirkerî û kedxwariyan, bawer dikim xwediyê rastîn yê ekonomiyê jin bi xwene. Eger em bixwazîn ekonomiyê bi perspektîfên sosyolojîk bidîn nirxandin, divê em jinê (çawa kû xwediyê malê ye, her wiha ew zarokan radike heya dikarin serbixwe bibin, wan mezin dike, wan fêr dike û wan xwedî dike) wek hêza bingehîn bibînîn.

Ev bersiv bingehê xwe ji têgîna sosyolojîk digire, zêdetir rêzdarî rastiyê ye. Peywendiya di navbera ekonomî û biyolojiyê de ji nedîtîve nayê. Heya roja me ekterê serekî yê şoreşa çandiniyê bi milyonan sale wek berhevkerê şînatiyan, ne tenê di hindirê malê de, di heman demê de di gelek qadên jiyana ekonomîk de, yê kû berdewam tekerlekê dayî zivirandin jine. Yewnanên serdema kevin berî hezaran sal vê rastiyê danîn ber çavan û pejirandin kû jin bibe navê serdarê malê yê ekonomîk.

Piştî jinê yên di rêza dûwem de kû kole bûn, kû diketin kategoriya karker û serf de.

Bi şewazên bê dawî û bi şêwazên stemkarane, hêzên emperyal ji bo nirxên berhemê-zêde bide bi dest xistin keda wan temîn dike û wan bi hevsarê herî qayîm dide girêdan. Li Rojava kû bi destê jinê ev dîwarê ekolojîk tê avakirin, bingeh û jêrxana xwe bi FairCoin da sexlem kirin, di gelek aliyan de wê bi sûd be û wê ji bo pêşerojê bibe veberhênanekî baş.

Ji bo vê sedemê, ji bo sîstemê kar kirin, divê em wek koletiya modern tê bigehîn, himberî vê elternetîfa me ya bi hêz ya bi navê FairCoop destek kirin û divê em wê bidin bi serxistin. Sîstema Rojava, bi şêweyê kû civakê hemû bigre nava xwe, wê mercên FairCoin bixe di rojeva xwe de kû elternatîfek ekonomîk ya adil û rasteqîneye, qasî ji dest bê wê vê bêxe di rojeva xwe de û divê bêxe pratîkê vê. Di vê hêlê de di nava xwe de bi kar anîna FairCoin, teşwîqa wê û asankariyên pêwîst divê bên kirin.

Di demokratîkbûnê de gelê Rojava kû serkêşiyê dike ji herêmê re, divê ekonomiya elternatîf ya kû dostê ekolojî û xwezayê ye bi xwe pêşengî jêre bike. Bi vî rengî ew eserê tê avakirin wê bigehe zemînekî sexlem.

Di nivîsa me ya piştre de, bi hêviya pêşketina FairCoin û di Rojava de nirxandin wê. Ji bo hûn hê bêhtir bibin xwedî agehî ji bo sîstemên hatine ava kirin di Rojava de, dikarin serdana lînkên xwarê bikin https://cooperativeeconomy.info/co-ops/rojava-bakur/rojava/

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top