Tevlî Kampa Havînî ya me ya dahatû bibin

Kampa Havînî ya par bi piranî ji bo fonksiyonên me yên navxweyî hat veqetandin. Ji vê jî, dem bu ku baldariyek taybet ji bo piştgirîkirina sazîbûna ekosîstemê bihatiba kirin, ku evane nodên herêmîne û xebatek mezin bihata kirin ji bo belavkirina wan li her pênç qiteyan û di dawî de afirandina vî cihê alternatîv yê aboriyek dadmend ya ku em dixwazin di nav de jiyan bikin. 

Nodên herêmî herêmîne, kokên bingehîn yên FairCoopêne. Ew zincîra di navbera ekosîstema cîhanî û projeyên herêmî, însiyatîf û kolektîvan û kesan de pêşniyar dikin. Ji ber vê çendê, nodek herêmî dikare weku tîmek ya girêdanker ku agahiyan bidireksiyonî-rasterast parve dike (lokal-global-lokal). Niha li welatên cuda me nêzîkê 50 nodên herêmî hene. 

Ji perspektîva herêmî ve, ewane weku hêsankeran tevger dikin, piştgirî didin mirovên li herêma xwe daku fêr bibin amêrên ekosîstemê bikarbînin û ekosîstema Fair mezin bikin, li ser projeyên nû yên hevkariyê bixebitin daku aborîya bazinî ava bikin ku wê bihêle em bi domdarî ji cîhana kapîtalîst ya pereyên fîyat (pereyên kaxez), pêşbirkê û newekheviyan serbixwe bibin û her tiştê em napejirînin jê azad bibin. 

 

Îsal wê Kampa me li Strazilovo, Sremski Karlovci ya Sirbiya pêk bêt. Li vê herêma Başûr-rojhilatê Ewrûpa, hûn dikarin nodên herêmî yên nû hatine avakirin yên FairCoopê bi navên Podgorica, Sombor û Tuzla bibînin, û bêgoman Novi Sad. Hinek yên nû ku di dema mezinbûnê de hene û wê di demek nêzîk de bêne ragihandin. 

Stralizovo 321 metre ji asta deryayê bilinde, newalek bi daristane li ser navsera bakurrojhilatê parka Fruška Gora ya Netewî ye, nêzîkê 5 km ji Sremski Katlovci û nêzîkê 15 km ji Novi Sad dûre. Ew deriyek yê vebûna ji derveye ji bo xelkê Sremski Karlovci, û di heman demê de xalek ya anîna gelhev ya mirovên ciwan û hûnermendane. Stargehên çîyayîyan- ku emê têde binivin û bixebitîn, xala destpêkê ya "Çeprasta Fruška Gora" ye, li vê derê rêya meşa jor heye, ku li derdora çîya ji 160 km pitir dizivire. Stargeh nîv qepatin, bi vî awayî ew xalek mûtewazî ye ji bo FairCoopvanên dixwazin hevdu bibînin, bixebitin û keyfê bikin .

 

BEŞA YEKEM 20 Tîrmeh-3 Tebax

Perwerde û hîndekariya di derbarê ekosîstema FairCoop de. Hunê çawa li heremên xwe nodan ava bikin.

(Dîroka dawî ya tomarê: 13 tîrmeh)

 

Beşa yekem hatiye dîzanykirin ji bo FairCoop bi wan kesên dixwazin nodên herêmî yên nû çêbikine, ji ber vê jî tercîh wê ji bo wan kesên ji herêmên hêjta bê nod lê nehatine avakirin re bêt hiştin.

Em bi domdarî li parzemîna Ewrûpa mezin dibin, li Amerîka pêşdikevin û li Afrîqa û Asya jî rê divekîn.Herwuha yekem noda herêmî ya Awustralya jî di sazkirinê de ye. Niha dema wê çendê ye ku em hicûmek mezin ya alîkarî dayînê bidin wan kesan ku kedek mezin didin ji bo avakirina nodan û yekem derî bo FairCoop vekin li seranserê cîhanê. 

Herwuha 50 cih û 20-30 xalên kampanya hene ku ji bo wan çalakvanên dixwazin ekosîstema FairCoop fêr bibin û wê li herêma xwe belav bikin. 

 

BEŞA DUYEM 5 Tebax-19 Tebax

Avakirin û parastina demdirêj ji bo nodên herêmî.

(Dîroka dawî ya tomarê: 27 Tîrmeh)

 

Bi armanca ku bikarin biqasî bibandor ewqas bixebitin û hinek alîkarî bigrin di destpêkê de - heta dema digihin asta xweragirtinê -xwe piştgirîkirinê - FairCoop kampanyayên piştgiriyê li dardixe ji beriya demekê, ku hinek fon ji bo van endamên nodê ku komîteyiya çend demjimêrên aktîf xebitînê dikin heftiyane li qadên xebatê de online vî karî dikin, ji wan re fonek berhev bike. Niha, zêdetir nodên nodên me yên herêmî ku kampanyayên piştgirîkirina wan bi dawî hatine jixwe, lê hêjta ne xwe ragirin. 

Herwesa, pêwîstiyek giştî ye mirov bihizire gelo ewane çawa dikarin bigihin asta bibin xweyî çavkaniyên sabît yên xweragirtinê di alî madî de û erka xwe weku beşek yê ekosîstemê bi cih bînin, di vê beşa duyem ya Kampa Havînî de emê stratejiyên projeyên piştgiriyên xweragirtinê pêşbixin ku li seranserê cîhanê bikaribin bêne kopîkirin, libergirtin. 

Mijarên din jî ji dînamîkên rojane tên weke xebata koperatîvên vekirî, dikare bibe temamkera heman lêhûrbûna bingehîn, em van hefteyên kampa havînî bikin kêliyên gelek girîng yên avakirina pêşeroja FairCoopê. 

 

------------------------------------------------------------------------------------------------

Weku encam, yek ji baştirîn rêya xizmetkirina armanca kesan ewe ku mirov fikrek /bizavek ya dişibe fikrên wan bi wan bide hesandin, - ew dikare tiştek weke ku FairCoop buye- û wê li gel mirovên din bide parve kirin ji bo bikare hevkarî û firehbûnê pêkbîne. Em dixwazin dahatûyek cuda biafirînin. Em dixwazin malê kesî di nava hevkariyê de bivehînin giştî. Ev ew tişta ku em ji bo wê xebat dikine.

 

Brought to you by the multi-lingual FairCoop community. Visit the FairCoop main website or FairCoin. | CMS Login

To top